Li Çewlikê ji ber nîqaşa li ser Şêx Seîd grûpa MHPê hilweşiya

Li Çewlikê ji ber nîqaşa li ser Şêx Seîd grûpa MHPê hilweşiya

Piştî daxuyaniyên Dewlet Baxçelî yên der barê Şêx Seîd de 3 endamên MHP’ê yên di Meclîsa Şaredariya Çewlikê de îstifa kirin.

Gotubêjan di derbarê Şêx Seîd de, piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê navê Şêx Seîd li rêyek sereke kir destpêkirin.

Serokê MHPê Baxçelî di derbarê Şêx Seîd de gelek gotinên nijadperestî gotin ê beûek di gotinên xwe de gotibê:

“Wesfkirin û bilêvkirina serokekî serhildanê wek leheng sebra me qut kir. ” Ev gotinên Baxçelî di nav hinek Kurdên di nava MHPê de bû sedema bertekî û wan jî li dijê MHPê helwesta xwe nîşan kirin. Endamên Meclîsa MHP’ê ya Şaredariya Çewlikê Ahmet Bukan, Ramazan Susadî û Mehmet Sayit Gunergok gotinên Bahçelî red kirin û ji endamtiya meclîsê û ji MHPê îstifa kirin. û gotin: “Şêx Seîd nirxê me ye”.

Endamê Meclîsa MHP’ê Ramazan Sûsadî yê îstifa kirî, di daxuyaniya xwe de dibêje ku, Şêx Seîd rêberekî olî ye û ew wî weke nirxekî qebûl dikin û diyar kir ku piştî van gotinên Bahçelî ti wateya mayîna wî di nava partiyê de nîne û ew ê weke endamekî meclîsê bi awayekî serbixwe erka xwe bidomînin.

Endamê MHP’ê yê din Ahmet Bukan jî anî ziman ku Şêx Seîd nirxeke û destnîşan kir ku gotinên Baxçelî nayên qebûlkirin.

MHP ku di Meclîsa Şaredariya Çewlikê de 6 endamên wê hebûn, piştî îstifa 3 endaman koma xwe winda kir.

Pustên heman beş