Li Pakistanê di êrîşeke bombeyî de 5 polîs hatin kuştin

Li Pakistanê di êrîşeke bombeyî de 5 polîs hatin kuştin

Li hember felca zarokan karmendên tenduristiyê yên ku derzî li zarokan didan û polîsên ku parastina wan dikirin rastî êrîşekî bombeyî hatin û 5 polîsan jiyana xwe ji dest dan hat ragehandin 24 polîs jî birîndar bûne.

Li eyaleta Hayber Pahtunhva ya Pakistanê li hember karmendên tenduristiyê yên derziyên dijî felcbûna zarokan li zarokan dida û karmendên ewlehiyê yên parastina wan dikirin rastî êrîşa bombeyî hatin û di bûyerê de 5 polîsan jiyana xwe jid est dan, 24 polîs jî birîndar bûn. Li gor nûçeya di çapemeniya netewî ya Pakistanê de cîh girtiye, li herêma Bajaur a ser bi eyaleta Hayber Pahtunhva polîsên parastina karmendên tenduristiyê dikirin rastî êrîşa bombeyî hatiye.

Hat ragehandin di bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 24 polîs jî birîndar bûne. Lê heta naha ti aliyekî berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe.

Hat ragehandin çekdarên Talîbana Pakistanê tîmên tenduristiyê yên derziyên dijî felcbûnê li zarokan didin û polîsên ku parastina wan dikir kir armanca êrîşê. Rêxistina Talîban a Pakistanê dibêje: Welatên rojava ji bo zarokan bixesîne wan derziyan li zarokan didin û ev derzî lêdan planeke.’’

Pustên heman beş