PDK û YNK li Kerkûkê dicivin

pdk-ynk

Îro şandeka YNKyê li Kerkûkê serdana Liqa Sêyê ya PDKyê kir û danûstandin li ser postên civata parêzgeha Kerkûkê kirin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Soran Kameran ragehand, şandeka YNKyê îro (Sêşem, 9ê Çileya 2024ê) bi serokatiya Berpirsê Melbenda YNKyê ya Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd serdana Liqa Sêyê kir, şanda PDKyê jî bi serokatiya Berpirsê Liqa Sêyê Mihemed Kemal pêşwaziya wê şandê kir.

Piştî hilbijartinên civatên parêzgehan, ev hevdîtin û civîna yekê ya PDK û YNKyê ye. Li gor zanyarên peyamnêrê me, YNK dixwaze bi aliyan re dest bi danûstandinan bike. Bi merema wergirtina postê parêzgerê Kerkûkê, YNKyê daxwaz ji PDKyê kiriye ku piştevaniya wê bike, lê heta niha çi lihevkirin ji bo yekalîkirina postên parêzgeha Kerkûkê û xasma postê parêzgerî di navbera PDK û YNKyê de nînin.

YNKyê di hilbijartinên civata parêzgeha Kerkûkê de pênc kursî bi dest xistine, kursiyên Kiristiyanan jî yên xwe dibîne lê pêdivîtî bi sê kursiyên din jî heye.

Peyamnêrê me herwesa got, “YNKyê pêştir serdana Partiya Kumonîst a Kurdistanê kiriye û biryar e serdana aliyên Kurdistanî yên din jî bike, dixwaze ji bo wergirtina postê parêzgerî yekdengiyek hebe, lê heta niha çi lihevkirin û hevfehimandin çê nebûne.

Pustên heman beş