Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê rahênanên hevpar pêk tînin

HSD-USA-Der Al Zor

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi beşdariya Hêzên Sûrya Demokratîk, rahênaneke leşkerî li gundewarê bakurê Dêrazorê pêk anîn.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand, îro roja sêşemî 9/1/2024ê hêzên “Hevpeymaniya Navdewletî” bi beşdariya Hêzên Sûrya Demokratîk HSDê rahênaneke leşkerî ya hevpar ji boy bilindkirina amadehiya şer ya hêzên xwe, pêk anîn.

Di rahênanê de çekên giran yên rastîn hatin bikaranîn û ev çalakiya hevpara HSDê û Hevpeymanan li binkeya kêlgeha gazê ya Konîko li gundewarê bakurê Dêrazorê hat encam dayîn.

Komên ku Îran pişitgrîya wan dike li ser armanickirina bingehên Amerîkî li Sûryê berdewamin, hevdem Amerîka ji alîyê bejayî û asmanî ve cihên ku milîsên Îranî li Rojihlatê Feratê lê bicih bûne, bombebaran dike.

Rwangeha Sûrî bo mafên mirovan duh jî diyar kirbû ku rahênaneke leşkerî ji aliyê Hêzên Amerîkî ve, bi beşdariya HSDê bi gulleyên rastîn, li baregeha Qesrak li gundewarê bakurê Hesekê pêkhatibû.

Pustên heman beş