Di êrişeke DAÎŞê de 14 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

isis-syria-army

Li çola bajarê Tedmurê yê Sûriyeye, di êrişeke çekdarên DAÎŞê de 14 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çekdarên DAÎŞê îro li çola bajarê Tedmûrê êrişî otobuseke artêşa Sûriyeyê kir.

Di encama êrişê de 14 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin û 19 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerên ku birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneya bajarê Tedmûrê.

Herwiha di 7ê Kanûna Paşîna 2024an de jî çekdarên DAÎŞê li bajarê Meyadînê yê li rojavayê Dêrezorê êrişî pêgeheke artêşa Sûriyeyê kiribû.

Di wê êrişê de jî leşkerekî artêşa Sûriyeyê hatibû kuştin.

Pustên heman beş