Ciwanekî kurd ji ber êşkenceya hêzên rejîma Îranê canê xwe ji dest da

Ji ber êşkenceya hêzên rejîma Îranê canê xwe ji dest da

Ciwanekê Kurd Peyman Ebdî, ku ji alî saziyên ewlehiyê ve li Kirmaşanê hatibû girtin, ji ber êşkenceyên hêzên rejîma Îranê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê gef li malbata Peyman Ebdî xwarine da ku vê yekê eşkere nekin û mirina wî wek mirinek xwezayî bidin nasandin.

Li gor agahiya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemê 9ê Çileya 2024an, Peyman Ebdî yê 35 salî û bavê du zarokan, ku hefteyek berî niha ji aliyê hêzên “îdareya Agehî” ve li Kirmaşanê hatibû girtin û di bin êşkenceyê de ketibû komayê, di nexweşxaneya Ertêşê de canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş