Berpirsekî din ê PKKê li Silêmaniyê hat kuştin

Berpirsekî din ê PKKê li Silêmaniyê hat kuştin

Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragehand, Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê endamê PKK/KCKê yê endam û şervan tevli rêxistinê dikir ê bi navê Faîk Aydin ê ku wek Rênas Raperîn tê naskirin û di operasyoneke 160 kîlometre dûr li sînorê Tirkiyê ji kar xistiye.

Li gor çavkaniyên ewlehiyê ji Ajansa Anadolu re ragehandine, Faîk Aydin li Ewrupayê karûbarên rêxistinê birêve dibir û piştî derbasî Başûrê Kurdistanê li herêma Silêmaniyê ji bo beşdariya li rêxistinê bike zext û fişar li xelkê herêmê kiriye û ji ber di nav rêxistinê de jî xwedî rolekî giring bûye hatiye armanc kirin û biryara operasyonê ji bo wî hatiye dayîn.

Hat ragehandin Faîk Aydin ku wek Rênas Raperîn tê nas kirin di operasyoneke taybet de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor heman çavkaniyê Faîk Aydin li Ewrupayê xebatên ciwanan û xebatên civakî de cîh girtiye, bi navê PKK/KCKê li Ewrupayê ji bo endaman beşdarî rêxistinê bike xebat meşandiye.

Piştî bi salan li Ewrupayê xebatên rêxistinê birêvebirin sala 2015ê derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û di nav xebatên çekdarî de cîh girtiye.

Derbarê cîhê operasyonê û çawa pêkhatina operasyonê de hûrgilî nehatine aşkera kirin.

Berî naha PKKê ragehandibû ku 10ê Adar a Sala 2023yê Faîk Aydin ku wek Rênas Raperîn tê naskirin di êrîşeke Tirkiyê ya li Herêmên Parastina Medya de canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş