Rejêma Îranê 2 girtiyên kurd darve kirin

execution-info

Du girtiyên kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi tometa peyvendiya wan bi madeyên hişber ve heye hatin darve kirin.

Îro 14.01.2024ê cezayê darvekirinê yê 2 girtiyên kurd ên bi navên Hadî Nezerî û Elî Mîrî yê xelkê Hersîn a ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê hat cîhbicîh kirin, ku berê bi tometa peyvendiya wan bi madeyên hişber ve heye cezayê darvekirinê ji wan re hatibû dayîn û li girtîgeha Qizilhîsar a bajarê Kerec a Îranê cezayê wan hat cîhbicîh kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, ew du girtiyane du sal berî naha li bajarê Kerecê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin girtin û ji aliyê dadgeha şoreşê ya wî bajarî ve, di dosyayekî hevbeş de bi tometa peyvendiya wan bi madeyên hişber ve heye, cezayê darve kirinê ji wan re hate dayîn.

Heta naha nûçeya darvekirina wan herdu girtiyên kurd di çapemeniya nêzîkî Saziya Dadî ya Îranê de nehatiye belav kirin.

Pustên heman beş