PKKê nasnameya fermandarekî xwe aşkere kir 4 salan berê hatiye kuştin

Yahya-Duman-pkk-turkey-hpg-net

Rêxistina PKKê nasnameya fermandarekî xwe aşkere kir ku 4 salan berê li Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin û ji nû ve mirina wî îlan kir.

HPGê baskê çekdarî yê PKKê nasnameya fermandarekî xwe yê canê xwe ji dest daye bi navê Yehya Doman û kodnavê Sebrî Bagok aşkere kir ku li kanûna paşîn ya sala 2020ê li Başûrê Kurdistanê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û hatiye kuştin.

PKKê mirina Yehya Doman 4 salan veşart û ji nû ve îro hatiye mirina wî îlan kiriye.

Li gorî daxuyaniyê Yahya Duman sala 1993yan tevlî PKKyê bûye û sala 1994an jî li Şama paytexta Sûriyeyê li ba Abdullah Ocalan maye.

HPGyê da zanîn ku Duman di navbera salên 1994-2000î de li herêmên Kerboran, Bagok û Gabarê yên Mêrdînê gerîlatî kiriye.

Hat diyarkirin ku Duman di navbera salên 2000-2011ê de li Qendîl û Zapê maye û endamê “hêzên taybet” ên PKKyê bûye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Duman di navbera salên 2011-2017an de “Fermandarê Herêma Bagokê” bûye.

Ajansa fermî ya Tirkiyeyê 25ê Sibata 2020an ragihandibû ku Yahya Dumanê bi nasnavê “Sebrî Torî” li Şingalê di êrişeke MÎT û artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Di nûçeyê de hatibû diyarkirin ku Duman berpirsê PKKyê yê Mexmûr-Kerkûkê ye.

Pustên heman beş