Qamişlo.. Dironên Tirkiyê 3 endamên hewalgîrîya rejîma Sûryê kuştin

Dironên-Tirkiyê

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk îro li sînorê Qamişlo li nuqteyên artêşa Sûryê xist, 3 leşker kuştin.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand, îro roja yekşemî 14/1/2024ê artêşa Tirkiyê bi dironan êrîşî nuqteyeka artêşa Sûryê ya li gundê Zibane li Başûrê Qamişlo kir û di encamê de 3 leşker kuştin.

Hat ragihandin kesên ku ketine ber êrîşê endamên hewalgîrîya rejîma Sûryê bûn.

Rwangeha Sûrî her wiha destnîşan kir, artêşa Tirkiyê her îro westgeha eliktirîkê ya bajarê Amûdê bombebaran kir û bi temamî ji kar xist.

Pustên heman beş