Li Qamişlo keçeke 15 salî ji aliyê çekdarên PKKê ve hat revandin

Li Qamişlo keçeke 15 salî ji aliyê çekdarên PKKê ve hat revandin

Nivîskar û yasanasê kurd aşkera dike ku li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê keçeke 15 salî ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye revandin.

Vê derbarê de nivîskar û yasanas Husên Çelebî ragehand, çekdarên PKKê keçeke temen 15 salî li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê revandine, ku beşdarî nav rêzên xwe bikin.

Herwaha aşkera kir, navê wê keçê Perwîn Îbrahîm e û di malbata xwe de tenê ew keç e û 3 birayên wê hene. Di pola nehem de dixwîne û xelkê gundê Qerehesen e û li Qamişlo ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.

Husên Çelebî got, malbata wê keçê çûne binkeyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê ya li Hesekê ji bo ku rewşa zaroka xwe bizanin, lê bê encam vegeriyane.

Li gor protokola peymanameya mafên mirovan rêgirî li grubên çekdar tê kirin ku zarok bên bikaranîn û rakêşin nav hêzên şer û ev yek wek tewana şer tê hesibandin û di dadgeha navnetewî ya dadgeha Roma jî ev yek tewanê şer e.

PKK bi sedan zarokan di temenê navbera 12 heta 15 salî revandine ku ji bo şer wan bikarbîne.

Çavdêr dibêjin ev yek tewaneke mezin ê PKKê ye û zarokan bikartînin ji bo şer, herwaha wan ji xwandinê bêpar dihêlin û ev yek jî binpêkirina mafên mirovan a aşkera ye.

Pustên heman beş