Tirkiyê kuştina berpirseke paye blind a PKK’ê li Metînayê eşkere kir

Tirkiyê kuştina berpirseke paye blind a PKK’ê li Metînayê eşkere kir

Saziya îstixbarata neteweyî ya Tirkiyê (Mîtê) li çiyayê Metîna yek ji berpirsyarên paye blind yên PKK’ê ya bi navê Hülya Mercan kuşt.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê Anadoluyê bi piştbestin bi agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê wergirtî eşkere kir, Mîtê li dijî kesa ku hatiye tespîtkirin li Tirkiyê û Herêma Kurdistanê beşdarî gelek çalakiyên dijî hêzên ewlehiya Tirkiyê bûye operasyonek li dar xist.

Her weha eşkere kir, ev operasyon bi hevkariya Mîtê û artêşa Tirkiyeyê li Herêma Metînayê hatiye lidarxistin û di operasyonê da Hülya Mercan ya bi kod navê “Peyman Bagok” ku yek ji Berpirsiyarên PKK’ê ye hat kuştin.

Ev nûçeya medyaya Tirkiyê di demekî de ye ku pêş niha PKK’ê di çapemeniya xwe de eşkere kiribû ku Hülya Mercan di 12 Mijdara 2019an de ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye kuştin.

Hat diyarkirin Hülya Mercan 32 saliye û di nava kadroyên çiya yên PKK’ê de cih digire.

Pustên heman beş