Navê Kurdistanê nîjadperestên Tirkiyê dîn kirin

Navê Kurdistanê nîjadperestên Tirkiyê dîn kirin

Rojnameya Alman Tagesschau di nûçeyên xwe de herêm û nexşeya Kurdistanê bi kar anî.

Di nexşeyê de beşek ji sînorên Tirkiyê wek ‘herêma Kurdan’ destnîşan kir û evê yekê nîjadperestên Tirk şêt û dîn kir.

Di dema ku Tirkiye li Sûriye û Iraqê êrîşî Kurdan dikir, rojnameya Almanî Tagesschau nexşeyek beşek ji Tirkiyê wek herêma Kurdan û wek Kurdistan bi nav kir û nexşe belav kir.

Piştî vê yekê, partiyên nîjadperest ên wek Vatan Partisi û Dogû Perînçek, ê ku demekê dost û destebrakê Ocalan bû, şêt û dîn bûn û êrîşî rojnameya Alman Tagesschau kirin.

Pustên heman beş