Tirkiyê kuştina yek ji berpirsên PKKê li bajarê Qamişlo eşkere kir

Tirkiyê kuştina yek ji berpirsên PKKê li bajarê Qamişlo eşkere kir

Sazîya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (Mît) ragihand, yek ji berpirsên PKKê ya bi navê Lîman Sûyeş li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bi operasyoneke taybet ji nav biriye.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê Anadoluyê bi piştbestin bi agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê wergirtî ragihand, Mîta Tirkiyê Lîman Sûyeş ya bi kodnavê “Rihan Amûdê” ku yek ji berpirsên şaxa jinan ya YPG’ê ye û endama meclisêya PKKê ye, li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê tesbît kiriye û pişt re ew teqîb kiriye û di operasyoneke taybet de ew kuştiye.

Li gor agahiyên Anadoluyê, Sûyeşê li Sûriyeyê ser navê PKKê rêvebirîya qada civakî kiriye û çalakiyên rêxistinîbûnê bi rê ve biriye, her weha li herêma Qamişlo ya li sînorê Tirkiyeyê telîmatên Qendîlê gihandine mensûbên rêxistinêyên jin.

Ev ne cara yekeme berpirsên PKKê li Rojava Kurdistanê tên hedef girtin û kuştin, belku bi sedan caran ev yek dubare bûye, lê belê ta niha bi ti awa PKKê ti daxuyanî di vê derbarê de nedane, di demekî de ku ger ev yek li Herêma Kurdistanê biqewme, PKKe her di zû de daxuyaniya dide û PDK’ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêdana agahiyan bi dewleta Tirkiyê ji boy kuştina berpirsên PKK sûçbar dike.

 

Pustên heman beş