Li Hewlêrê 3 roj wek şîna giştî hat ragihandin

Li Hewlêrê 3 roj wek şîna giştî hat ragihandin

Parêzgeha Hewlêrê ji îro ve 3 roj wek şîna giştî li sînorê parêzgeha Hewlêrê ragihand.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di daxuyaniyekê de got: “Ji ber êrîşên nerewa yên hêzên Îranê şeva borî li ser bajarê Hewlêrê, ku di encamê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji Xwedê daxwazkar in ku şehîdên vê êrîşa terorîstî, bi bihuştê şad bike û şifayê ji birîndaran re dixwazin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: “Em bi tundî vê êrîşa nerewa û zalim dikin, ku bê hincet û bingeh xelkê sivîl û bêguneh kirine armanc, şermezar dikin. Ji îro û ve li parêzgeha Hewlêrê sê roj wek şîna giştî ragihandinînin.”

Şeva borî (Duşem, 15.01.2024) çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Piştre jî Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Pustên heman beş