Hakan Fîdan bi sedema PKKê gef li YNKê xwarin

Hakan Fidan-YNK-info

 Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan gef li Yekêtya Niştîmanya Kurdistanê xwarin û got: “Heke YNKe helwesta xwe ya li dijî PKKê neguherîne, em du dil nabin û dê hinek tedbîrên zêdetir wergirin”.

Hakan Fîdan li lijneya giştî ya meclisê axivî.

Fîdan li ser hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê sekinî û weha got: “Tevî dorpêçên me yên li ser Silêmaniyê, lê heke YNKe helwesta xwe ya li dijî PKKê neguherîne, emê dudil nebin û hinek tedbîrên zêdetir weribgrin”.

Heruha got: “Li Silêmanî û navçeyê vekirina qadê ji aliyê YNKê ve ji bo PKKê bûye sedem rêxistin li vê herêmê bihêz bibe, kêmbûna hêza Pêşmergeyan li navçeyên nakok jî bûye sedem ku PKKe pêwendiyên taktîkî li gel çekdarên Îraqî çêbike”.

Amaje kir, bi ketina helîkoptera HSDê li Başûrê Kurdistanê û bûyerên li balafrgeha Erbetê eşkere derket holê ku YNKe li Sûryeyê perwerdeyê dide PKKê û YPGê û got: “Ev rewş pêwendiyên PKKê û YNKê bi zelalî nîşan didin”.

Wezîrê Tirkiyê li dawîya gotinên xwe jî îşaret kir ku ewê li nava sînorên Tirkiyê û dervey sînor jî operasyonên xwe yên dijî PKKê bidomînin û got: “Meydaneka ku PKKe xwe lê ewle bibîne, emê nehêlin”.

Pustên heman beş