Daxuyaniyek ji Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve

Daxuyaniyek ji Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve

 Jêderekî ji Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê êrişa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê de ragihand, ji bo aşkerekirina rastiyan, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ligel Komîteya Hikûmeta Federalî hevkariyê dike.

Jêderekî ji Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Piştî êrîşên mûşekî yên tirsonek li ser Hewlêrê û karvedana tund a hikûmeta federalî ya şermezarkirin û avakirina komîteyeke lêkolînê, hin saziyên Îranê ji bo rewakirina kiryarên xwe yên hovane, dest bi belavkirina nûçe û wêneyên derew û nerewa kirine.”

Da zanîn jî, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê komîteya ku ji aliyê hikûmeta federal ve hatiye avakirin re hevkariyê dike, aşkere e ku vê êrîşê welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê kirine armanc û ev hewldan nikarin arasteya raya giştî ya bi hêrs li Herêma Kurdistanê û Iraqê biguherînin.”

Tekez kir jî, “Herêma Kurdistanê pabendî destûr û yasayên Iraq û Herêmê ye û ew hêzên hevpeymanan ên li Herêma Kurdistanê hene, bi agahdarî û razîbûna hikûmeta federal e.”

Herwiha got: “Pêwîst e li ser asta navxweya Iraqê û navdewletî jî gavên cidî bên avêtin, ji bo parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û parastina welatiyên me ji metirsiya nakokiyên navçeyê.”

Pustên heman beş