Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêya 382 gundan girtî ne

Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêya 382 gundan girtî ne

Li Bakurê Kurdistanê careke din berfê bandora xwe zêde dike û li gorî agahiyên Saziya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê ji ber berfa zêdê rêya 382 gundan hatiye girtin û tîmên vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.

Li Bakurê Kurdistanê bi teybetî jî li Herêma Serhedê berfa her ku diçe bandora xwe zêde dike ku bi vê yekê ve girêdayî jî rêyên gundan tên girtin.

Li gorî agahiyên Saziya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê li Colemêrgê rêya 13 gundan hatiye girtin, Rêya Erzirom û Tekmanê ji ber berfê hatiye girtin, li Çewligê rêya 91 gundan hatiye girtin, li Batmanê rêya 11 gundan hatiye girtin, li Şirnexê rêya 2 gundan ji ber berfê hatiye girtin.

Her wiha li Dêrsim, Erdexan û Agiriyê jî berfê dest pê kiriye û li van deveran jî bandora xwe zêde kiriye.

Pustên heman beş