Hilbijartinên destpêkê xapandinek e

Hilbijartinên destpêkê xapandinek e

Ji bo hilbijartinên şeredariya partiyên ku dikevin hilbijartina berbijêrên xwe eşkere dikin. Di nava her partiyekî de  pêvajoya kifşkirina berbijêran cudaye. Ji ber ku çi bibe bila bibe di encam de berbijêr ji aliyê navenda partiyan ve têne kifşkirin. Veca her aliyekî li gor xwe medtodek peyda kiriye .

Partiya DEM ji bo destnîşankirina berbijêra  kaşo dê di nava kesên ku serî li berbijêriyê dayî dê hilbijartinekî pêkbîne. Di vê hilbijartinê de yên dengê herî zehf bistînê, dê bibe berbijêrê şaredariyê. Li gora daxûyaniyên DEMê, dê reveberiya partiyê, malbatên şehîdan û malbatê girtiyan denga bidin.

Lê rastî ne bi vî awayî rêve diçe. Berbijêriya şeredariya mezin a Mêrdînê delilek bû, wek hercar ji nawendekî berbijêr têne destnîşankirin, hilbijartina berbijêra wek din xapandinek a mezin e. Li Mêrdînê hilbijartin çêbûn Ahmet Turk jî xwe dabû pêş, lê di tura yekem de Turk dengên pêwist wernegirtin û li himber encama kaşo hilbijartina bertek nîşanda û xwe ji berbijêriyî wekişand. Herweha Turk bi daxûyaniyekî ragihand ku, ew ji dev siyaseta aktîf berdide. Lê cardin Nawenda malûm gotê, li ser dûvê xwe rune û tu berbijêrî.

Yanî ya ku DEM dike, di rastiya xwe de şanoyek e. Beşek ji rêveberiya DEMê dixwazin ew li gora prosesekî berbijêra destnîşan bikin. Lê Qendîl rê nade vê yekê û biryara dawî di destê wan de ye.

Ahmet Turk ji berî niha şeredarê Merdînê bû, di dewsa wî de qayum tayin kirin. Başe niha ji bo çi cardin hun Turk dikin berbijêr? Yan hun bi xwe dixwazin dewlet qayuma tayin bike û ev yek bibe malzemeya propagandeya we.

Herkesek yan jî aliyek vê senaryoya ku Qendil dileyze dizane.Lê çi feyde xelk kerr û lalin…

ROJEVAKURD

Pustên heman beş