Keçeke din a kurd bi destê rejêma Îranê hat kuştin

Keçeke din a kurd bi destê Îranê hat kuştin

Keçeke xwandevan a xelkê bajarê Koyeşt a parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê ya bi navê Anahîta Emîrpûr bi guleyên rasterast ên hêzên îdareya Îtlaat (îstixbarata Îranê) li bajarê Birûcêrd a parêzgeha Loristanê hat kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw vê derbarê de ragehand, roja 19.01.2024ê hêzên îdareya Îtlaat a Îranê li navçeya Nîzamabad a bajarê Birûcêrd a parêzgeha Loristanê gule li otomobîlekî berdane û ji ber wê keçeke kurd a temen 20 salî ya bi navê Anahîta Emîrpûr ku xwandevana dibistana perwerdeya werzişê ya Zanîngeha Azadî ya Birûcêrd bû jiyana xwe ji dest da.

Kesekî bi navê M. Celayîfer ê xelkê bajarê Birûcêrd şofêrê wê otomobîlê bûye û ew bixwe jî xwandevane û bi giranî birîndar bûye û naha li beşa çavdêriya hûr ya nexwaşxaneya Şehîd Çemran a bajarê Birûcêrdê ye.

Li gor Hengaw ragehandiye, piştî hêzên îdareya Îtlaat a Îranê êrîş kirine ser otomobîla wan herdu xwandevanan, ku otomobîlê rawestînin û wan ji otomobîlê daxin, ji ber ew kesên cilûbergênn sivîl li ber wan bûne şofêr tirsiya ye û xwestiye bireve, lê hêzên îdareya Îtlaata Îranê gule li wan berdane.

Navendên ewlehiya Îranê du rojên borî de givaş li ser malbatên wan û hevalên wan herdu xwandevanan kirine ku nabe ti zanyariyek vê derbarê de bê belav kirin, û duh jî 21.01.2024ê fu fermanberên nexwaşxaneya Şehîd Çemran a Birûcêrd ji aliyê îdareya Îtlaatê ve hatine gazî kirin û gef li wan hatiye xwarin.

Hêjayî gotinê ye, navendên ewlehiya Îranê yên Birûcêrd çi tiştek vê derbarê de belav nekirine, lê qaymeqamê wî bajarî Muslim Muradî di yekem daxuyaniyê de ragehandiye: ‘’Piştî teqîna Kirmanê û şer û pevçûnên vê demê li Sîstan û Belûçîstanê, herwaha ji bo tekoşîn li hember diziyê, di çend rojên borî de hêzên leşkerî û nizamî bi armanca kontrolan çavdêrî û kontrolê li gel her tevgerekî neyasayî dikin, ku asayîşa Îranê dixin metirsiyê û di amadebaşiyê de ne.’’

Herwiha gotiye: ‘’Hêzên Întîzamî yên bajarê Birûcêrd guman li otomobîlê kirine û piştî fermana rawestana otomobîlê dane, ku du kes têde bûne, giringî bi hişyariyên berdewam ên hêza Întîzamî nedane û hewldane birevin.’’

Qaymeqam Muradî dawiyê de jî gotiye: ‘’Yek ji wan kesan piştî veguhestina nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û yê din jî di bin çavdêriya bijîşkî de ye.’’ Lê çavkaniyên Hengaw wan gotinan red dike û dibêje hêzên Îtlaata Îranê gule li wan du kesan berdane û Anahîta Emîrpûr jiyana xwe ji dest daye.

Pustên heman beş