Li Tebqayê teqîn.. 5 berpirs û endamên HSDê hatine kuştin

Tebqe-HSD

Otomobîleke HSDê li bajarokê Tebqayê yê ser bi Reqayê ve teqiya û di encamê de 5 kes hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, otomobîleke HSDê ku mîn û bombe hilgirtibû li nêzî bendava Tebqayê teqiya û di encamê de 5 berpirs û endamên HSDê hatine kuştin.

Heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê HSDê ve derbarê teqînê de nehatiye belav kirin.

Pustên heman beş