Çeteyên Tirkiyê ji boy “Fidiyê” 4 welatiyên Efrînê desteser kirin

turkey-raco-efrin-net

Çeteyên Tirkiyê yên bi navê Polîsên Leşkerî, 4 welatiyên din yên Efrînê bi hinceta karkirina wan li gel Rêveberya Xweser desteser kirin û ji wan re gotiye divê hûn “Fidiyê” bidin.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja çarşemî 21\1\2024ê belav kir ku Polîsên Leşkerî li Raco û Bilbilê yên navçeyên Efrînê, her wiha Ezazê 4 welatî bi hinceta kar kirina wan li gel Rêveberiya Xweser desteser kirine.

Aşkere kir, Polîsên Leşkerî bi wê hincetê welatiyên Efrînê û navçeyên wê desteser dikin ji bo ku piştre Fidiyê jê bistînin.

Pustên heman beş