Şengal.. Êzdî pêşwaziyê li cenazeyên xwe dikin, PKK e jî pêşwaziyê li malbatên terorîstan

Şengal.. Êzdî pêşwaziyê li cenazeyên xwe dikin, PKK e jî pêşwaziyê li malbatên terorîstan

Îro roja çarşemî 24\1\2024ê, cenazeyên 41 kurdên êzdî yên qurbaniyên destê terora DAIŞê bo Şengalê hatin vegerandin û merasîmeke hêja ji boy pêşwazîkirin û spartine axê ya wan cenazeyan hat lidarxistin.

Cenazeyên 41 şehîdên bê guneh yên êzdî ku bi şêweyek hovane ji aliyê DAIŞê ve hatbûn terorkirin ku di nava wan de cenazeyê kesatiyê berniyas yê Şengalê û gundê Koço Seîd Ceza “Bavê Nûrî” jî hebû ji boy Şengalê hatin vegerandin û di merasîmeke hêja de bi axê hatin sipartin, vê yekê careke din fermana 74an ya li ser Êzdiyan li bîra wan anî û ew pirr pê aciz bûn, lê tişta Êzdiyan pêtir aciz dike tiştek dine, ew jî eve ku di bin desthilata PKK ê de kevne DAIŞ û malbatên wan di jîyaneke aram û ewle de dijîn.

Belê, tişta ku ne bi tenê Êzdiyan belku tev gelê kurd di êşîne û aciz dike eve ku di bin seywana PKK ê de encamderên fermana 74an ya li ser Êzdiyan li Şengalê û malbatên wan di azadin û her mafekê wan heye, ne bi tenê ev, belku pasewaniya wan tê kirin, berpirsyartî jê re tê dayîn tên wezîfedar kirin.

Di bin seywana PKK ê de Erebên duh êzdî komkuj kirî niha careke din li Şengalê tên bi cî kirin, çekdarên Ereb yên berê di nava refên DAIŞê de bûn niha di nava refên PKK ê de wek çekdarên YBŞê hatine wezîfedarkirin û ev bikuje niha pêşwaziyê li cenazeyên wan Êzdiyan dikin yên ku wan bi xwe bi destê xwe komkuj kirîn.

Hejmara kesên Ereb yên berê di nava DAIŞê de bûn û êrîşê Êzdiyan kirî û niha jî di nava refên YBŞ de ne, ne hindikin, mînak pirr zêdene, weke Esker Yûnis Hemîd Muêlî ku di nava YBŞ ê de bi “Fedaî Esker” tê naskirin û ji Hoza Mewalî ye, ji şêniyên gundê “Çayîr Xilfis” yê ser bi Beacê ye û niha mala wî li gundê “Um Zibiyane” û yek ji çekdarên YBŞ ê ye.

Çekdar bûna Fedaî Esker di nava YBŞ ê de di demekî de ye ku bavê wî yek ji berpirsên DAIŞê bû li enya Beac û yek ji serperiştên DAIŞê yên dagîrkirina Şengalê li 3/8/2014an bû, paş komkujiya gundê Koço bavê wî du keçên êzdî weke Sebaya ji xwe re birin û di nava mala xwe de bi sedan caran tecawizî wan keçên êzdî kir.

Paş ku hêzên Îraqî Beac ji destê DAIŞê azadkirî bavê “Fedaî” bi her du keçên êzdî û hevjîna xwe ve derbasî Sûriyê dibin û li sala 2020an ji aliyê hêzên HSD ê ve tê desteserkirin û niha jî di zindanê de ye, her weha fermana desteserkirina terorîst bavê Esker di sala 2016an de li dadgeha Neynewayê hatiye derkirin.

Belê, di nava refên YBŞ ê de li Şengalê DAIŞ jî hene û niha di bin seywana PKK ê de di jiyaneke pirr aram û ewle de dijîn û hukmî li Êzdiyên belengaz dikin.

Pustên heman beş