Li Amêdiyê çekdarên PKK ê êrişî pêşmerge kirin

Li Amêdiyê çekdarên PKK ê êrişî pêşmerge kirin

Îro hêzên çekdarên girêdayî PKK ê li devera Amêdiyê êrişî Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê kirin.

Îro roja çarşemî 24/1/2024an çekdarên PKK ê li xala kontirolê ya sabita li ser rêya serekîya Amêdiyê Şêladzê gulle berdan hêzên Pêşmerge û pişt re ji wê derê reviyan.

Hate diyarkirin ku hêzên PKK ê gulle berdane hêzên ku herêmê kontrol dikin û bi wesayîtekê reviyane.

Herçend PKK e dizane xaleke sabit ya kontrola rê ya pêşmergeyan li wê derê heye jî, lê çekdarên PKK ê li wê xala kontirolê ya pêşmergeyan daye û pişt re jî gulle berdane pêşmergeyên li wê xala kontirolê.

Çend roj berê di medyaya bi navê Shaar Press de ku nêzîkî rêveberên YNK ê ye û navenda wê li Silêmaniyê ye, belgeyeke sexte bi ser navê “Hêzên Zêrevanî dê êrişî PKK ê bikin” hatibû belavkirin. Shaar Press piştî daxuyaniya fermandariya Zêrevanî ku nûçeya wan bi derew da diyarkirin, nûçe jê bir. Her çiqas nûçe û belgeya hatî weşandin derew bû jî lê medyaya PKK ê bi awayekî berifreh ev nûce xist rojevê.

Darka Mazî der barê mijarê de raporek weşand û diyar kir ku Îran ji ber atmosfera ku piştî êrîşa li ser Hewlêrê ji ber çalakiyên “Yekîtiya Neteweyî û xwedîderketina li Hewlêrê” pêk hat, YNK û PKK seferber kiriye. Her wiha hat gotin PKK ya ku plan dikir di biharê de li ser xeta Gare-Biradost êrişî hêzên pêşmerge bike, ji ber atmosfera ku çêbûye aciz bûye û dê çalakiyên ku dê pêvajoyê provoke bike, encam bide.

Îro hêzên PKK ê ji bo tehrîkkirina hêzên pêşmerge li devera Amêdiyê gulle berdan pêşmergeyan û xwest behaneyekî ji boy êrîşa xwe ya pilankirî çêbike.

Pustên heman beş