Li Efrînê zêdeyî 35 komelgehên niştecîbûnê ji koçberên ereb re hatine avakirin

Li Efrînê zêdeyî 35 komelgehên niştecîbûnê ji koçberên ereb re hatine avakirin

 Li Efrînê zêdetir ji 35 komelgehên niştecîbûnê hatine avakirin, di nava wan de erebên naçeyên din ên Sûriyeyê hatine bichikirin.

Komelgehên niştecîbûnê yên li ser Axa Efrînê hatine çêkirin, her çiqas di medyayê de tê gotin ku mebest ji çêkirina van komelgehan, başkirina rewşa koçberan e da di bin çadiran de nemînin, lê armanca wê ya sereke, guhertina demografiya Efrîne ye.

Ev komelgeh bi piştevaniya Tirkiye û rêxistinên Qeter, Kuweyt û Filestînî têne çêkirin. Bi gotina kesên di nav de, ji piraniya parêzgehîn Sûriyeyê li nava vê komelgehê dimînin, lê  binesaziya wê gelek xirab e û gelek kêmasiyên wê hene.

Li Efrînê 38 komelgehên niştecîbûnê hatine avakirin, her komelgehek derdora 300 xaniyan li xwe digire, berî niha jî rêxistinên mirovî hişiyarî ji avakirina wan xaniyan dabûn ku rêjeya kurdan roj li pey rojê li vê herêmê kêm dibe, ku ji sala 2018 ve rêjeya kurdan ji %98 bû lê nihs daketiye %23.

Pustên heman beş