Rejêma Îranê 2 girtiyên din ên kurd darve kirin

Rejêma Îranê 2 girtiyên din ên kurd darve kirin

 Cezayê darvekirinê ya 2 girtiyên kurd ên xelkê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha navendî ya Hemedanê hat cîhbicîh kirin.

Cezayê darvekirinê ya 2 girtiyên kurd ên bi navên Ehmed Haêrî û Selman Selîmî ku xelkê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ne û berê bi tometa peyvendiya wan bi madeyên hişber ve heye cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn û li girtîgeha navendî ya Hemedanê cezayê wan hat cîhbicîh kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, ew du girtiyên kurd berê bi tometa peyvendiya wan bi madeyên hişber ve heye hatibûn girtin û piştre ji aliyê Saziya Dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê ji wan re hatibû dayîn.

Hat ragehandin heta dema darêjandina vê nûçeyê jî nûçeya darvekirina wan herdu girtiyên kurd di çapemeniya Saziya Dadweriya Îranê de nehatiye belav kirin.

Pustên heman beş