Tirkiyê gundên di bin kontrola HSDê de li Hesekê û Reqayê bombebaran kirin

QSD-Turkey-HSD

Hêzên Tirkiyê, bi topa giran gundê El-Kozliya li gundewarê Til Temirê, li bakurê rojavayê Hesekê, bombebaran kirin, hevdem ligel topbarana Tirkiyê ku gundên Til Ebyadê kiribû armanc. Gundên gundewarên Reqayê ji ketin ber êrîşan, bêyî ku ti ziyanên canî bên tomarkirin.

Topbaranên artêşa Tirkiyê ji bejahî û asmanî li ser herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bakurê rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Duh jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir ku 4 kesên din ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) di encama êrîşeke Tirkiyê de li ser rêya di navbera Qamişlo – Hesekê de hatbûn kuştin û birîndar kirin.

Pustên heman beş