Êrîşa PKKê ya li Amêdiyê û êrîşa Îranê ya li Hewlêrê ji heman navendê hatine plankirin

pkk-iran-pasdar-info

Duh danê sibê derdora demjimêr 10î spêdê hêzên ser bi PKKê ve êrîşî xala kontrolê ya Pêşmerge li ser rêya giştî ya Amêdiyê û Şêladizê kirin. Xala kontrolê ya ku êrîş li ser hatiye kirin zêdeyî 10 sal in li vir e û ne ji ber PKKê hatîye danîn. Herwiha ti êrîşek li dijî çekdarên PKKê çênebûye. Lê belê çekdarên PKKê hêzên Zêrevanî yên li vê xalê bi cih bûne kirine armanc û êrîşî wan kirin.

Gelo, ev bûyerek lokal bû an jî  tesaduf…? Na, yek ji wan îhtimalan jî nîne. Ev bûyer temamî bi ajandeya eniya dij-Kurdistanî ya serkêşîya wê dewleta Îranê dike ve girêdayî ye.  Ji bo vê yekê em nikarin bibêjin ev rûdanek normal bû. Ev êrîşa PKKê bi êrîşên Îranê yên li ser Kurdistanê û rewşa sîaysî ya herêmê ve girêdayî ye. Divê bi zelalî were gotin ku “Êrîşa 15 Çile ya Pasdarên Şoreşa Îranê ya li ser Hewlêrê çê bûy û 24 ê Çile yê êrîşa PKKê ya li ser xala Pêşmerge ji heman navendê hatine plankirin.  Em dikarin vê yekê jî li ser zêde bikin ew baskê Heşda Şeîbî yê bi navê “Bergirîya Îslamî” bi hinceta Emerîka Êrîşî Hewlêra Paytext dikin. Yanî Pasdarên Şoreşa Îslamî – baskê leşkerî yê PKKê HPGe – milîsên Heşda Şebî mil bi mile hev , êrîşî Herêma Kurdistanê dikin.

Divê civaka Kurd, rewşenbîr û welatparêzên wê vê rastiyê deşîfre bikin: PKKê piştî sala 2014 an gav bi gav mihwerê xwe guhert. Şerên Xendekan ên piştî sala 2014 an, bidawîbûna Pêvajoya Aştiyê, geşedanên li Rojava, rewşa Şengalê û hwd ev hemû li ser esasê ajandeya Îranê pêşketin. Divê rewşa cihbûna PKKê û HPGê ya li Başûrê Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de were şîrovekirin. Hemû çalakî û hewlên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê li ser ajandeya Îranê tên meşandin.

Çawa ku Heşda Şebî beşekê nerasterast ji Pasdarên Îranê ye, HPGe jî niha nerasterast beşek ji muhafizên Şoreşa Îranê ye. ne welle hema bêje baskekî wê yê veşartî ye.

Hemû tevgerên HPGê li gorî vê rêxistinê tê organize kirin. Wisa xuya ye ku bi destpêka biharê re, êrîşên vê sêgoşa dijminkar Pasdarên Şoreşa Îranê, Heşdî Şebî û PKKê yên li ser Kurdistanê dê zêde bibin. Yek ji erka PKKê jî ew e ku bi rêya çapemeniya xwe êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê derûnî ve rewa bike. Tê dîtin ku HPG dê di dema pêş de bi awayekî çalaktir êrîşî hêzên Pêşmerge bike û di vî warî de xwedî planekî veşartî ye.

Tê çaverêkirin ku di heyama pêşîya me de PKKe li ser sê xetên sereke li dijî Pêşmerge yên Kurdistanê çalakiyan pêş bixe.

Ji van qada yekem Bîradost e. Îranê hêzên HPGê li ser xeta Milgever-Tilgever-Pîranşarê li pişt paygahên xwe bi cih kirine. Hêzên PKKê yên vir wê li xeta Xinêre-Lolan-Goşînê li dijî hêzên Pêşmerge çalakî pêk bînin.

Qada duyemîn; Xeta Amedî û Şeladizê ye. PKKê li vir bi taybetî li dijî xalên ewlehiya rê û êrîşî hin xalên Pêşmergeyan bike. bi rêya çapemenîya xwe jî wan xalan weke yên dewleta Tirk nîşan bide.

Qada sêyem: li ser xeta Gare heta Xelîfan û Rewandizê hin çalakî û rûdanên provokatîf pêk bîne.

Bêguman divê şerê PKKê li dijî Pêşmergeyên Kurdistanê di warê tektîkî û derûnî ve bi berfirehî were dest girtin. Divê neyê ji bîr kirin ku xwediyê vî şerî tenê ne PKKe ye dewleta Îranê ye. PKKe şerê wekaletê li ser başûr dimeşîne. Ji ber vê yekê beriya her tiştî em baş eşkere bikin ku PKKe hêzeke paramîlîtere ser bi Îranê ve. Loma jî şerê wekalet li herêma Kurdistanê dimeşîn e. Divê em vê rastîya PKKê baş û baş teşhir bikin.

Pustên heman beş