Hêzên Amerîkayê ji Iraqê vedikşên

Hêzên Amerîkayê ji Iraqê vedikşên

Gotûbêjên dualiyê yên di navbera Iraq û Amerîkayê de ji bo dawî anîna erkê hêzên hevpeymana navnetewî destpê kir.

Îro 27.01.2024ê ofîsa ragehandina serokwezîrê Iraqê bi beyanameyekî ragehand: ‘’Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serpereştiya destpêkirina yekem gotûbêja dualî ya di navbera Iraq û Amerîkayê de kir, ji bo dawî anîna bi erkê Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî li Iraqê.

Berî naha jî Wezareta Derve ya Iraqê pêşveçûna danûstanên di navbera hikûmeta Iraq û Amerîkayê ragehand, ku meha tebax a 2023yê de destpê kir, ji bo darijandina lîsteyekî dem bo vekêşandina hêzên hevpeymaniya navnetewî li Iraqê.

Derbarê daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Llyod Austin di daxuyaniyekî de ragehand: ‘’Lijneya Bilind a Leşkerî hewl dide Amerîka û Iraq gav bavêjin bo peyvendiyekî ewlehiyê ya berdewam di navbera xwe de.’’

Pustên heman beş