Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zarokeke 13 salî li Amûdê revand

Çeteyên bi navê"Ciwanên Şoreşger" zarokeke 13 salî li Amûdê revand

Rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya ser bi PKK’ê ve li bajarê Amûdê zarokeke temen biçûk bi armanca çekdarkirina wê di nav refên partiyê de revand.

Li gor zanyariyên rûpela Darka Mazî, navê zaroka hatiye revandin Maya Ezedîn Şakir e, ew 13 saliye û li pêş mala wê ya li bajarê Amûdê hatiye revandin û heya niha çarenivîsa wê nediyare.

Karê sereke yê çeteyên bi navê Ciwanên Şoreşger yên ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigirin, revandina zarokane li Rojava Kurdistanê ji boy çekdarkirina wan di serbazgehên zoremilî de.

“Ciwanên Şoreşger” bi tenê di sala 2023an de li Rojava û deverên di bin desthilata HSD’ê de zêdetirî 60 zarok revandine û tevê vê yekê ku malbatên wan daxwaza vegerandina zarokên xwe dikin jî lê heya niha çarenivîsa piraniya wan nediyare.

Revandina zarokan ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” li Rojava Kurdistanê di demekî de ye ku, fermandarê HSD’ê Mezlûm Kobanê, di sala 2019 de li gel Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bû karûbarên zarokan, peymanek îmze kiriye ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û yên di nav de serbest werin berdan, lê ta niha çi pabendî bi peymanê nehatiye kirin, û revandin û leşkerkirina zarokan berdewame.

Pustên heman beş