Firokeyekê mala welatiyekî li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir

Firokeyekê mala welatiyekî li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir

Firokeke şer xaniyê welatiyekî gundê Gelale yê li parêzgeha Silêmaniyê bombebarkirî kir.

Welatiyekî ji gundê Gelale ji K24ê re ragihand, firokeke şer îro demjimêr 01:00 mala welatiyekî li gundê Gelale yê ser bi navçeya Mawat a Silêmaniyê ve bombebaran kir.

Diyar kir jî: “Di encama bombebaranê de mal bi temamî wêran bûye. Em guman dikin ku firokeyeke şer a artêşa Tirkiyeyê be, ji ber ku berî niha çend caran Tirkiyeyê bi hinceta hebûna PKKê, ew navçe bombebaran kiribû.”

Wî welatî da zanîn: “Ti ziyanên canî çênebûne, ji ber ku dema bombebaranê ew mal vala bû, welatiyên ku tê de dijîn çûbûn Silêmaniyê.”

Li gorî wî welatî, di encama bombebaranê de ziyan gihaye zeviyên çandiniyê yên derdorê jî.

Pustên heman beş