Li Wanê di malekî de şewat derket: Pitika 6 mehî di dergûşa xwe de canê xwe ji dest da

Li Wanê di malekî de şewat derket: Pitika 6 mehî di dergûşa xwe de canê xwe ji dest da

Li navçeya Qelqelî ya ser bi parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê di malekî de şewat derket û tîmên agirkuj ji bo kontrol kirina agir geheştin cîhê bûyerê û aşkera bû pitika bi navê Şerzan a 6 mehî di dergûşa xwe de jiyana xwe ji dest daye, dayîk û bavê wê jî di kêliya dawiyê de bi zehmetî ji nav pêlên agir hatin rizgarkirin.

Şeva borî li taxa Çavuşlar a ser bi navçeya Qelqelî ya Wanê di malekî de şewat derket û li mala Guler Guler û Rifet Guler de ji ber sobeyê piştî ku radizên şewat derdikeve û di şewatê de pitika 6 mehî ya bi navê Şerzan Guler jiyana xwe ji dest da.

Cîranên wan piştî ku dîtin li malê dûkel radibe tîmên agirkuj agahdar kirin û pêlên agir di demekî kurt de hemû malê belav bû û bi alîkariya tîmên agirkuj, cendirme, tîmên tenduristî û cîranan ve jin û zilam bi zehmetî ji nav agir hatin rizgarkirin, lê pitika wan a 6 mehî di dergûşa xwe de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragehandin dayîk û bavê wê pitikê jî ji ber dûkelê jehrî bûne, lê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve li cîhê bûyerê tişta pêwîst ji bo wan hate kirin.

Hat ragehandin Şerzan ê 6 mehî di dergûşa xwe de bi dergûşa xwe ve şewitiye û jiyana xwe ji dest daye.

Mala ku şewat têde derketî bi temamî şewitî û derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpê kirin.

Pustên heman beş