PKKê ofîsa standina baca bi zor vekir

pkk-bac-heseke-info

Rêxistina PKKê ofîseke xwe a fermî ji boy standina baca bi zor vekir, telîmat û kojmeya baca ku wê ji ticar, karsaz û kasibkar û şîrketan jî were standin îlan kirin.

Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên taybet hîn bû ku rêxistina PKKê bo sala nû 2024ê ofîsek ji boy standina bi zor ya bacê li taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê li Rojava Kurdistanê vekir û bang li ticar, karsaz û kasibkar û xwediyên şîrketan û heya karker û firneçiyan jî kir ku biçin baca xwe bidin.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin, ofîsa PKKê ya standina bacê li Hesekê bi darê zorê dest avêtiye komkirina pereyan ji şîrketan, kargeh, xwediyên pêşangehên otomobîlan, pareguhoran, ticar û xwediyên resturantan, her wiha karsaz, kasibkar û heya kesên ku di nava firnên nan de jî di xebtin û bi vî awayî:

1000$ Şîrketan.

800$ – 1000$ Xwediyên pêşangehên otomobîlan.

700$ Ticarên xanî û zeviyan.

1000$ Ofîsên hewalatan.

500$ – 2000$ Kargeh.

300$-400$ Mol û markêtên mezin.

500$ Resturant.

100$ Firin.

Rêxistina PKKê li destpêka hemû salekê bi darê zorê dest bi komkirina pereyan dike û bi rîya bask û çeteyên xwe li jêr navê bacê û alîkarîya rêxistinê, pereyan ji gelê Kurd distîne, bêexlaqîya rêxistinê di vê mijarê de ewqase ku xwe pereyan ji wan Kolberan jî distîne yên ku ji boy debara jiyana xwe ya rojane li ber fîşekên Sipayê Pasdaran çiyayên befrîn yên Rojhilat dibirin.

Pustên heman beş