Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê dev ji kar berda

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê dev ji kar berda

Hafize Gaye Erkan jî çare ji bohrana aborî re nedît û dev ji kar berda

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê Hafîze Gaye Erkan, ku herî dawî bi angaştên bavê xwe derketibû pêş, ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Piştî îstîfakirina wê, Fatîh Karahan li şûna wê bû Serokê Banka Navendî.

Aboriya Tirkiyê di rewşek pir xirab re derbas dibe. Ji bo ku aboriya Tirkiyê baş bibe, hikûmeta Erdogan Mehmet Şîmşek ê Kurd cara duyem kir Wezîrê Aboriyê û Mehmet Şîmşek jî ji bo ku rewşa aborîya Tirkiyê û bohrana ku Banka Navendî tê de ye baştir bike, Hafîze Gaye Erkan ji Amerîkayê anî û kir Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê.

Tirkiye bûye welatekî gendelî, bertîlxurî, dizî û mafyayê. Ji ber vê yekê her roj alav û pêdiviyên jiyanê buhatir dibin, faîz bilind dibe û aborîya welêt roj bi roj berr bi pataxê ve diçe. Îstîfakirina Hafîze Gaye Erkan jî sepand ku çareserkirina bohrana aborî ya Tirkiyê êdî zehmet e.

Pustên heman beş