7 top li gundekî sînorê navçeya Amêdiyê ketin

7 top li gundekî sînorê navçeya Amêdiyê ketin

Piştî ku di navbera çekdarên PKK’ê û artêşa Tirkiyê de bo dema 2 saeta teqe çêbûy, 7 top li navenda gundê Ravîna li çiyayê Gabnîrkê yê navçeya Kanî Masê ya ser bi Qeza Amêdiyê ketin.

Li gor agahiyên taybet yên Darka Mazî, îro roja Şemiyê paş nîvrojê 7 top li gundê Ravîna yê Devera Berwarî Bala ketine, van topan ti ziyanên canî di gundî de çênekirin, lê belê vê yekê tirseke zêde li cem xelkê gundî çêkiriye, ji ber ku top di nava navenda gund ketine.

Heya niha nehatiye zanîn ev top ji kîjan alîve hatine avêtin, lê belê şêniyên gund daxwaz dikin ev şerê sexte yê di nêvbera çekdarên PKK’ê û artêşa Tirkiyê ji gundê wan bê dûr kirin heya ku ser û malê wan parastî be û nebin qurbaniyên vî şerî.

 

Pustên heman beş