Li Efrînê teqînekê rû da.. Birîndar hene

Li Efrînê teqînekê rû da.. Birîndar hene

 Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di encama teqîna motorsîkleke bombekirî de, hejmarek kes birîndar bûn.

Jêderekî ji bajarê eşkere kir, îro danê êvarê motorsîkleke bombekirî li nêzîk qada Newroz a Efrînê teqiya û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve Berevaniya Sivîl a Sûrî belav kir, di encama teqînê de 4 kes birîndar bûne û tîmên wan çareseriyên destpêkê ji birîndaran kirin.

Li gorî zanyariyan grûpa “Polîsa Leşkerî” zarokekî birîndar û kesekî din girt û bi wan re dest bi lêkolînê kir.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Pustên heman beş