Fedakirina ciwanên Kurdan di berxwedana bê encam de berdewame

pkk-cekdar-info

Rêxistina PKKê nasnameya 2 çekdarên xwe aşkere kir ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan da ye mirinê û di pesinê wan de gotiye:  Fedayê Apo bûn.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja çarşemî 7/2/2024 nasnameya 2 çekdarên xwe aşkere kir ku li 13 meha rabûrî li çiyayê Metînayê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşan û jiyana xwe ji dest da ne û ji nû ve îro mirina wan îfşa kir.

HPGê weke bi sedan rêhevalên wan, ev du ciwanên Kurd jî di berxwedana xwe ya bê encam de da ne kuştin û di pesinê wan de dibêje: Ew milîtanên Apo bûn, fedayê Apo bûn!.

PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku ji bo Apo berê wan da ye mirinê û mirina wan veşartî hiştî.

Pustên heman beş