Kolberek ji serma qufilî û jiyana xwe ji dest da

Kolberek ji serma qufilî û jiyana xwe ji dest da

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê di dema kolberiyê de ji ber sermayê qufilî û ji serma canê xwe ji dest da.

Duh 06.02.2024ê êvari kolberekî ciwan ê bi navê Ferîd Rubîna yê xelkê gundê Çaliser, di dema kolberiyê ya li sînorê Hencîran a Merîwanê ji ber sermayê qufilî û jiyana xwe ji dest da.

Îro 07.02.2024ê piştî 7 demjimêran lêgera li wî kolberî, termê wî ji aliyê xelkê navçeyê ve li zozanên Hencîran hate dîtin û ji bo nexwaşxaneya Merîwanê hate veguhestin.

Hêjayî gotinê ye Ferîd Rubîna 3 heftî berî naha zewicî bû û ji bo debara jiyana malbata xwe kolberî dikir. 

Pustên heman beş