Peyama Selahattin Demirtaş bo Başak Demirtaş!

Peyama Selahattin Demirtaş bo Başak Demirtaş!

Parlamenterên DEM’ê Mehmet Rûştû Tiryaki û Saruhan Oluç, li Girtigehê de serdana Selahattin Demirtaş kirin û di derbarê vekişandina namzetiya Başak Demirtaş de kaşo dîtina Selahattin Demirtaş wergirtin û li gora xwe ev yek ji Raya Giştî re ragihandin.

Parlementerê Antalya yê DEMê Mehmet Rûştû Tiryaki di axavtina xwe de got:

Rêzdar Başak Demirtaş îro daxuyaniyek da û diyar kir ku xwe ji namzetiya xwe vekişandiye. Em dixwazin hûn bizanin ku ev hemû biryarên di çarçoveya zanîna partiya me de û di encama gotûbêjên hevbeş de hatine girtin. Di vê mijarê de peyamek wî (Selahattin Demirtaş) pir zelal e. Em dixwazin vê bi we re parve bikin. Tişta ku Demîrtaş got ev e: Daxuyaniya namzediyê ya Başak ji bo xurtkirina partiya me bû û daxuyaniya wê ya vekişînê jî di agahiya partiya me de ye. “Ev hemû pêvajo bi hev re hatine meşandin, divê gelê me bizane, gelê me bi me bawer bike, em dizanin em çi dikin.

Parlamenterê DEM’ê yê Êlihê Saruhan Oluç di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ez dixwazim du hevokan lê zêde bikim. Bi gotina Selahattîn Demîrtaş îfade dikim. Got ‘Em yek in, em hemû ne, ti cudahî di navbera me de nîne. Di navbera min û partiyê de cudabûn û cudahî tune. Yên ku hewl didin raya giştî tevlihev bikin ‘Bila tu kes prîm nede.’ “Em bi eşkere dixwazin careke din vê peyamê bigihînin her kesî.”

Di rastiya xwe de daxûyaniya van herdu parlementeran ji devê Selahattin Demirtaş çikas raste nayê zanîn. Demirtaş bi xwe rojane dema pêwîst di madya civakî de dîtinên xwe dibêje. Lê vê carê serdana  Parlementerê DEMê Siri Sakik ya Demîrtaş, encamek derket holê û îro jî serdana van herdu parlementeran de encamek din derket holê.

Hêdî rastî ji xelkê nayê veşartin, kurdên di nava DEMê de ji kiryarên çepên Kemalist acizin û hêdî tehemûl nakin. Ev yek eşkere bûye û di nava bingehê DEMê de vekirî tê gotubêj kirin.

Pustên heman beş