Tirkiye zextê li Îraqê dike ji bo ku tevlî şerê li dijî PKKê bibe

turkey_iraq

Dewleta Tirkiyê zextê li Îraqê dike ji bo ku bi awayekî çalak tevlî şerê li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê “PKKê” bibe.

Vê hefteyê wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yeşar Guler serdana Bexdayê kir û bi serokwezîr û serokkomarê Îraqê re civiya, yêk ji sedem û armancên sereke yên vê serdanê “neçarkirina Îraqê ye ji bo ku bi awayekî çalak tevlî şerê li dijî PKKê bibe”.

Serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yeşar Guler, paş serdana hefteya rabûrî ya serokê dezgeha îstixbarata Tirkiyê “MÎT”ê Îbrahîm Kalin bo Bexdayê tê. Di herdu serdanan de rayedarên Tirk bi dewleta Îraqê re bazareke siyasî, eskerî û abûrî kirine, wan ji Îraqê re gotine: “Divê hûn bi awayekî çalak tevlî şerê li dijî PKKê bibin” û ev yêk bi merc ji boy pêşdebirina têkilyên abûrî yên dualî destnîşan kirine.

Çavkaniyên di hikûmeta Îraqê de aşkere kirin, wezîrê parastinê yê Tirkiyê zext li serokwezîr Mihemed Şeya Sûdanî û serokkomar Ebduletîf Reşîd kir ku divê Îraq peymanekê bi Tirkiyê re îmze bike û di wê peymanê de soz bide ku ew ê bi kiryar û bi awayekî çalak tevlî şerê li dijî PKKê bibe.

Li gorî agahiyên destê me, rayedarên Tirk “tevlîbûna çalak ya Îraqê” di şerê li dijî PKKê de bi mercê sereke ji boy dewam û pêşde birina têkilyên abûrî yên dualî destnîşan kirine.

Çavkaniyên hikûmeta Sûdanî her wiha aşkere kirin ku di civînan de rayedarên Tirk gotine rayedarên Îraqê: “Êdî dewleta Tirkiyê tenê bi helwesta Îraqê ya razîbûnê li ser operasyonên wê yên di hundirê axa Îraqê de razî nabe û divê dewleta Îraq tevlî şer bibe”.

Her wiha her yêk ji wezîrê parastinê û serokê “MÎT”ê ji rayedarên Îraqê xwestine ku divê peymanek di nêvbera “Enqerê û Bexdayê” de were îmze kirin û li gorî wê hebûna PKKê bi yêk carî li nava axa Îraqê de were tune kirin, peymaneke hemawayê peymana li nêvbera “Tehran û Bexdayê” ewa ku partiyên mixalefta Îranê yên li sînorê Îraqê û Îranê tune kirî.

Pustên heman beş