Daxuyaniyek ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve

Daxuyaniyek ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve

Nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser çewaşekariya hin malper û rûpelên torên civakî belav kir ku hewl dane nêrîn û daxuyaniyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna ligel kenala “NBC” de bi aliyekî din ve bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hin malper û rûpelên medyaya civakî yên navxwe bi belavkirina hinek daxuyanî û şiroveyên neguncaw û dûr ji rastiya qada siyasî û ewlekarî ya Herêmê, hewl dane ku nêrîn û daxuyaniyên serokwezîr di hevpeyvîna ligel kenala “NBC” de bi aliyekî din de bibin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye: “Serokwezîrê Kurdistanê tekezî li ser parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kiriye û berdewam jî dibe di girtina hemû tedbîran de, ji bo dûrxistina metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê.”

Her di daxuyaniyê de hat gotin: “Xwevedizîn û xapandina li hember nehezan, ti metirsî û gefan kêm nake, ji ber wê jî divê her kes li hember xak û xelkê Herêma Kurdistanê di asta berpirsyariyê de be.”

Pustên heman beş