HUDA PAR bi cilên netewî Meşa Zimanê Kurdî li dar xist

HUDA PAR bi cilên netewî Meşa Zimanê Kurdî li dar xist

Wekîl û Namzetê Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli ji bo zimanê Kurdî li Êlihê meşiya. Wekîl û Namzetê Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli ji bo balê bikşîne ser giringiya zimanê zikmakî li Êlihê meşek li dar xist.

Ramanli û kesên beşdarî meşê bûn bi cil û bergên Kurdî-netewî meşiyan. Meşê ji Mizgefta Şemsettîn Guneş heta Kolana Gulîstanê berdewam kir. Ramanli û rêvebirên Êlihê yên HUDA PARê broşurên vexwedina dersên hilbijartî yên bi Kurdî li ser rê belav kirin. 

Ramanli di meşê de daxuyaniya xwe bi Kurdî da, diyar kir ku Kurdî hebûna Kurdan e.

Ramanli got:

“Îro zarokên me bi Kurdî nizanin. Ev ji bo me dê û bavan şermek mezin e. Bîst sal berê me înkar dikirin. Hebûna me qebûl nedikirin. Îro li dibistanan zimanê me hînî zarokên me dikin. Em van derfetan bikar naynin, zimanê me hebûna me ye, garantiya pêşeroja me ye. Divê ew binivîsin, karê me ne tenê karê partiyê ye, ne tenê em, divê partiyên din jî erkên xwe pêk bînin, îro ev derfet heye, tercîhên xwe bi Kurdî bikin da ku zarokên me bi zimanê xwe jiyana xwe bidomînin. Ziman tunebe nasname jî tune. Ziman tunebe pêşeroj jî tune”.

Pustên heman beş