Erdogan: em zêdetirî 35 hezar bermîlên petrolê li çiyayê Gabarê derdixîn

Erdogan: em zêdetirî 35 hezar bermîlên petrolê li çiyayê Gabarê derdixîn

Dewlemendiyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve bê sînor tên talankirin. Herî dawî jî der barê berhemanîna petrola Gabarê de ji aliyê serokomarê Tirkiyê ve daxuyaniyek hat dayîn. Li gorî vê daxuyaniyê niha li Gabarê rojane 35 hezar bermîlên petrolê tên berhemanîn û ev yek roj bi rojê zêde dibe.

Li çiyayê Gabarê ku berê çekdarên PKK’ê lê hebûn û niha radestî Tirkiyê hatiye kirin, dewleta dagirker a Tirk rojane 35 hezar bermîlên petrolê berhem tîne.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragehand: ” tevî ku mixalefetê biçûk didît, lê îro nefta ku ji bîra neftê ya li Gabarê tê derxistin rojane ji 35 hezar bermîlan derbas bûye.”

Erdogan ragehand: “armanca meya sereke ewe ku di warê enerjiyê de bi temamî serbixwe bibin. Em bi wêrekî û biryardarî gavên ji bo ewlehiya enerjiya Tirkiyeyê davêjin.”

Erdogan her wiha ragehand, “di dawiya sala 2024 da em dixwazin nefta ku ji Gabarê tê derxistin rojane derxin 100 hezar bermîlan.”

Ev yek di demekî de ye ku PKK’ê heya niha dehan caran borîyên nefta Herêma Kurdistanê teqandine û bi milyonan dolar xisar gihandiye aborîya Herêma Kurdistanê. Lê PKK’ê dijî petrola Gabarê çi gav neavêtiye, ev jî tiştekî pir serincrakêşe.

PKK’eya ku bi dehan sala çiyayê Gabarê di bin kontrola wê de bû, di van salên dawî de li çiyayên Bakurê Kurdistanê hema hema bê bandor bûye. Dewleta tirk; gelek cihên PKK’ê yên salên 1990 de digot “Herêmên Rizgarkirî” weke Cûdî, Gabar, Besta, Çarçel, Mawa, Andok kirine cihên geştugûzarê. Êdî şûnpê gerîlayên PKK’ê jî li wan deveran nemaye.

 

Pustên heman beş