Artêşa Tirkiyê 5 çekdarên PKKê/YPGê kuştin

PKK-YPG

Artêşa Tirkiyê di du êrîşan de ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê encam da ne, 5 çekdarên PKKê/YPGê kuştin.

Li gorî ajansa Anadolu ji duh roja înî ve, artêşa Tirkiyê li herêmên Pence û Mertalê Feratê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê, 2 çekdarên PKKê û 3 yên YPGê “baskê PKKê li Rojava Kurdistanê” kuştine.

Wezareta parastinê destnîşan nekir ev êrîş li çi herêmeke Rojava pêkhatiye, lêbelê roja 8 vê mehê gundên Efrînê hatibû topbaran kirin.

Ji 29 meha rabûrî ve, artêşa Tirkiyê nêzî 10 çekdarên YPGê û HSDê li Rojava Kurdistanê kirine armanc, herêmên Metîna û Gare jî bombebaran kirbûn.

Pustên heman beş