Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” gefa girtinê li malbata zarokeke revandî xwar

Çeteyên bi navê"Ciwanên Şoreşger" gefa girtinê li malbata zarokeke revandî xwar

Çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên ser bi HSD’ê-PKK’ê ve gefa girtinê li malbatekê dikin ku wan bi xwe zarokeke wan revandiye.

Weke nerazîbûn li ser revandina zaroka wan ya bi navê Lava Ebdulxalq Xelef, ku ji beriya 20 rojan ve ji aliyê çeteyên ser bi PKK’ê ve yên bi navê “Ciwanên Şoreşger”  ve hatiye revandin, jimareyek kes û karên zaroka revandî mangirtinek li pêşiya baregeha Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê lidar xistin.

Piştî lidarxistina mangirtinê, çekdarên Tevgerê gefa girtinê li malbata zaroka revandî kir.

Roja 18 Çileya 2024an zaroka 13 salî ya bi navê lava Ebdulxalq Xelef ya temen 13 salî ji aliyê Çeteyên bi Navê “Ciwanên Şoreşger” yên ser bi HSD’ê-PKK’ê ve li pêşiya mala xwe li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hate revandin û ta niha çarenivîsa wê ne diyare.

Pustên heman beş