Birrîna darên zeytûnan ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrînê berdewam e

Birrîna darên zeytûnan ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrînê berdewam e

Li jêr kiryarên ne mirovî derheqê siruştî de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, diyardeya birrîna darên zeytûnan yên welatiyên kurd ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e, herî dawî bi sedan dar ji kokê ve hatine birîn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundê Bêlê yê ser bi navçeya Bilbilê ve çekdarên El-Hemze 600 darên berhemdar birrîn.

Rewangehê tekez kir ku heman çekdaran 18 darên zeytûnan li gundê Qijûma yê ser bi navçeya Cindirêsê, 35 darên li ser rêya navbera Kokebê û Tilifê li gundewarê Cindirêsê, û 46 dar jî li navçeya Şera û gundê Metîna li gundewarê Efrînê birrîn.

Li gor zanyariyan ev koma çekdar bi armanca bazirganiyê, daran dibirrin û radikin, nirxê yek tona darên zeytûnan digihêje 150 dolar û darên merxan  bi 100 dolar tên firotin.

Pustên heman beş