6 Kadroyên PKKê kuştina wan li Metînî veşartî, aşkere bûn

PKK-Matin-6-info

Nasnameya 6 kadro û çekdarên PKKê yên ku li vê dawiyê li çiyayê Metînî hatîne kuştin û rêxistnê mirina wan veşartî aşkere bû.

Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên taybet hîn bû ku di nêvbera meha 8 û 11 yên sala rabûrî 2023an, 6 amir û çekdarên PKKê, çend mehan berê li çiyayê Metînî yê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk hatine kuştin û tevî derbasbûna demek dirêj hêjan PKKê nasnameya wan îlan nekir,ye û mir,na wan veşartî hiştî ye.

Darka Mazî karî nasname û agahyên tam derbarê wan 6 kadroyên PKKê dest bixe, navên wan wisaye:

1- Mesken Nisêbîn / Amir bolgaya devera Garzanê, li meha 8 ya 2023ê li nêzî gundê Bazê yê devera Berwarî Bala hatiye kuştin.

2- Kerîm Bakur/ Amir hezîr, li meha 8 ya 2023ê li Girê Navîn li devera Metînî hatiye kuştin.

3- Delîl Ereb / Şervan, li meha 8 ya 2023ê li Girê Navîn li devera Metînî hatiye kuştin.

4- Kendar dirbêsî / şervan, li meha 8 ya 2023ê li gundê xankê yê devera metînî hatye kuştin.

5- Egîd Kobanî / Şervan, li meha 10 ya 2023ê li Girê Navîn li devera Metînî hatiye kuştin.

6- Welat Amed / pispor di warê teqemeniyan de, li meha 11 ya 2023ê li serê Metînî hatiye kuştin.

Rêxistina PKKê kuştina bi sedan çekdar û fermandarên xwe veşartî hiştiye, taybet çekdarên ku di van 5 salên dawîn de ketîne ber êrîşên dewleta Tirk, Darka Mazî her li nêvbera çend rojan wêneyên hinek ji wan çekdarên mirina wan veşartî parvedike.

Pustên heman beş