6 Şervanên HSDê li Dêrazor û Minbicê hatin kuştin

6 Şervanên HSDê li Dêrazor û Minbicê hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kuştina 6 şervanên xwe di êrişên rejîma Sûriyeyê de li gundewarên Dêrazorê Minbicê eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, 5 şervanên wê roja Înê 10 Sibatê di êrişên hêzên Hikûmeta Şamê de li gundewarên Dêrazorê û hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê, şervanekî din jî roja 10ê Sibatê li Minbicê di êrişên artêşa Tirkiyeyê de hatiye kuştin.

HSD di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê dike, êrişên rejîmê û hêzên ser bi wê bûn sedema kuştina gelek şervanên HSDê, ev êrîş jî dê bêbersiv nemînin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê roja 5ê Sibatê jî eşkere kiribû, di êrîşeke bi dronan li ser Akademiya Perwerdeyê ya li Kêlgeha El-Omer a li rojhilatê Dêrazorê de jî 6 şervanên HSDê canê xwe ji dest dabûn.

Pustên heman beş