Mesrûr Barzanî: Gelê Kurd xwedî daxwazeke rewa ye ji bo çarenivîsa xwe diyar bike

Goverment-Summit-Mesrour-Barzani-krg-Kurdistan-Dubai-info

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetaan li Dubey gotarek pêşkêşî serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê kir û ragehand, “Kurdan daxwazeka rewa ji bo mafê xwe yê çarenivîsê heye”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 12.02.2024) li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey gotareka giring pêşkêş kir û peyamek arasteyî hemî serkirdeyên cîhanê kir û ragehand, “Kurdan daxwazeka rewa ji bo mafê xwe yê çarenivîsê heye”. Herwesa bal kişand ser pirsên niha yên deverê û cîhanê jî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Bi dîtina min, li vê derê çar pêngav ji bo wê pêşkeftinê hene ya ku em hemî bizavê jê re dikin, ew jî ev in: seqamgiriya siyasî, ewlehî, pêşkeftina aborî û berhingarbûna guhertinên jîngehê. Ev çend pirsên aloz in, lê pêdivîtiya çarekirina wan jî bi rêbazên girêdayî her yek ji wan heye”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqa rêzgirtina li mafên gelan de bi rengekê ron peyamek arasteyî cîhanê kir û ragehand, “Çi li ser astê kitekesan an jî li ser astê civakê, çavê gelên cîhanê li wê yekê ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Mafê çarenivîsê palderekê serekî ye ji bo xwezaya mirovan, pêdivîtiya me bi dabînkirina jîngehekê heye ku welatî bikarin tê de bi asodeyî bijîn”.

Mesrûr Barzanî di pareka dî ya gotara xwe de behsa arêşeya Filistînê jî kir û ragehand, “Eger pêştir rêz li mafên wan ên bingehîn hatiba girtin, aloziyên niha çê nedibûn”. Herwesa got, “Em dikarin eynî pênaseyê ji bo gelê Kurd jî bikin. Me jî daxwazeka rewa ji bo biryardanê li ser mafê xwe yê çarenivîsê heye. Dost û hevpeymanên me itîraf bi wî mafî kiriye, lê di eynî demê de ji me re dibêjin, zerûretên siyasî astengan dixin di rêya arîkariyên wan de û rêyê li dadperweriya dîrokî digirin”.

Pustên heman beş