Mesrûr Barzanî serdana hevjîn û zarokên şehîd Pêşrew Dizeyî kir

Masrour-Barzani-Dubai-Peshraw-Dizayi-

Îro 12.02.2024 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubayê, serdana hevjîn û zarokên birîndar yên şehîd Pêşrew Dizeyî kir ku di bûyera êrîşên mûşekî ya Hewlêrê de birîndar bibûn.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, di nêzîk de rewşa tendurustiya wê malbatê pirs kir û hêviya başbûneke lezgîn ji bo wan xwest.

Roja (duşem, 15.1.2024) Artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên balistî çend deverên sivîlên Hewlêrê mûşekbaran kirin, pênc welatiyên sivîl şehîd bûne û 17 welatiyên din jî birîndar bûbûn.

5 ji van mûşekên balîstîk mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî hedef girt û, Pêşrew Dizeyî û keça wî ku hêjan temena wê nebibû salek, di encama van êrîşan de şehîd bûn.

Pustên heman beş